ПравдаИнформ: Напечатать статью

Kurdên li Moskowayê dijîn 15 Sibatê şermezar kirin

Дата: 20.02.13 23:27

youtu.be/kZye-zEfTNc

Опубликовано krasnoetv на YouTube 20.02.2013

Bi boneya protestokirin û şermezarkirina komploya navnetewî ya 15 Sibatê Kurdistaniyên li paytextê Rûsyayê Moskowayê dijîn îro danê nîvro bi beşdar bûna dehan kes li meydana VVS'ê çalakiyek li darxistin.

Kurdistaniyên li Paytexta Rûsyayê Moskowa dijîn îro danê nîvro bi boneya 14'mîn salvegera radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiye protesto û şermezar bikin li meydana VVS' çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya nûnerê û serokê rêxistinê Kurd yê li Federasyona Rûsyayê xebatê xwe didin meşandin de polîsên Rûs tedbîrên ewlekariyê yê pir berfireh girtibû.

Ji beşdarvanê çalakiyê re Serokê Rêxistinê Navnetewî Civakî yê Kurd Mîhrab Şamoyev li ser giringî û wateya rojê axaftinek kir. Şamoyev di axaftina xwe de bal ser girîngiya rola Ocalan û got: "Ev 14 sale ku dewleta Tirk dixwaze Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bêtesîr bike. Lê eşkere bû ku Serokê Gelê Kurd bilîstika nayê xapandin. Ji ber vê yê wan jî baş famkir ku ne Serok be kes nikare li ser pirsgirêka Kurd biaxive. Ji ber vê yekê îro bi Serokatî re dest bi hevdîtina kirine. Dîsa ji bo Kurda 15 Sibatê wê waye îxaneta mezin. Ji ber ku gelek dewleta di vê rojê de îxanet bi Kurda re kirin. ji bo vê jî pêwîste Kurd vê rojê ji bîr nekin."

http://krasnoe.tv/node/17492

ПравдаИнформ
https://trueinform.ru